heta wa ḧelqe bê muşkîn kemendî

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  458 Dîtin
heta wa ḧelqe bê muşkîn kemendî
řeha nabê diłim yek dem le bendî
dełêy murẍî hewaye, hîmmetî min
lelay yeksane pestîy û bułendî
edeb eskî usûłe, çake yek çend
leber kem, wek bezeh, bergî lewendî
le dunyada nema esbabî temkîn
temame hełgirim, adabî řendî