karî aşuftem dirêẍa řengî samanî nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  693 Dîtin
karî aşuftem dirêẍa řengî samanî nîye
bextî xuftim ta qyamet fîkirî hełsanî nîye
sûdî kwa fîkirî felatûn bo ’îlacim bi’d az aynFarsî
derdî min derdêke -esłen- qet çi dermanî nîye
ẍerqî fîkirêkim be mellaḧî xîred nayême der
her teref tê defkirim: em beḧre payanî nîye
wa le qebzey îxtyarî kafrêka karî min
mirwet û însaf û bext û dîn û îmanî nîye
fîkirî qebzîy řûy řeqîbim ḧewselem wa teng deka
řûbeřûy to ẍunçeyî dił meylî xendanî nîye