le řemzî sîřřî ’îşqa ehlî dił bêdar û bahoşe

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  514 Dîtin
le řemzî sîřřî ’îşqa ehlî dił bêdar û bahoşe
diłî bêdił le xwabî ẍefłeta hemzadî xergoşe
murîdî taze ’aşiq îbtîda sařeng awazin
xîlafî pîrî deryadił ke wek sîmurẍ xamoşe
le nara ta be key nagate ḧałî puxtegî xamit
le kûrey ’îşqita daym diłim wek dîg piřcoşe
perêşan mûyî muşkînit muselsel hate ber ebro
be qesdî qelbî dił, çawit wekû turkî zirehpoşe
le wesła bose şîrîne, le hîcra tełxe eḧwałim
le çawî ’îşqî yara qîsmetim hem zehre, hem noşe
heta demirim be dûrî terkî mîhrî aşna nakem
diłim ta subḧidem her şew legeł yadit hemaẍoşe
ke çû bêdewłetî, wextî fereḧ, yadî feqir nakem
le wesła mîḧnetî hîcirit le xatirma feramoşe
muşexxes tuřřeyî canane fer’î marî zeḧḧake
be qesdî meẍzî min salimNasnava edebî serî daym leser doşe