kes nełê pêm ey fiłanî hecwî seng hełkêş meke

hecwî westa’eḧmedî sengişkên
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  583 Dîtin
kes nełê pêm: ey fiłanî! hecwî seng hełkêş meke
aşpezî hecum, bewełłah deycinim wek kûleke!
dûr le dînim, mîslî nemrûd bo minarey hecuyat
xak û zêt pê qed dekem, ey sengişkên, wek çoleke
new’î kurdîy hecuyatê turbeřêjî yadgar
xakî hecwî tê dekem dey’axnim wek tûreke
sa ke dił dênê debê ’erz kem le ’ersey meḧfela
hełse bên yaran ledewrim řobnîşin komeke
ba be şertê men’î ken, ger ḧemlezen bê bezmî ceng
kełbetîjî petpisêne, sengikirojey kopeke
ger be qar û qîn û ceng hat pêy biłên: xoy labda
werne şiłpejnî şeqim awazî her wek fîşeke
piştî pêm simtî le yarîda weha xaranduwe
ger be kîfî xencerî key cûtê pêstî hoşeke
şîn kewaye, şiř ’ebaye, fûte xencer, boze řîş
îsmî seng hełkêşe, tund û tîje, wek şwanî leke
mêx bedeste, mêx be pişte, mêx řifêne, mêx derên
mêx be pêşe, mêx be paşe, mêx şikêne, tûleke
kilkî cwanûy řûte wek sing, singî xoş mîslî mekek
sing be sing ken aługoř ken, çunke her dû wek yeke
bezmî sardî awî řê mêxî be bin mêxya kutîn
ger cewendey pya bikey sardî deka wek terzeke
mistê ałet bênim û bîřêjme bin dûy cwanwekey
ger cewendey pya bikey sardî deka wek terzeke
hênde ḧeywane eger dû řoj le seḧra pûş bixiwa
bi’d az anFarsî adem nîye ya sabrêne ya şeke!
çunke babî qatrane, ker debê qedrî bibê
ba biçim dadrum hewsar û pałû û kûjeke
ger kesê bê bîkřê wesyet dekem em îşeke
westeke sisteke le řê têy hełde barî lê meke
elqabî seng, îsmî eḧmed, kunyetî hełkendine
wek ’ereb sê nawe xo em şête qeddem xuşkeke
ger le bêşe ’aqłî kird gwêy ḧemaqet taq û cût
her kesê nezdîke lêy hełdaye, yałda fîke ke
sengişkên ’efut dekem lakîn be şertê bi’d az aynFarsî
eḧmeqane qet be hîç new’ mediḧ û zemmî kes meke