egerçî şew enîsim wek melek bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  703 Dîtin
egerçî şew enîsim wek melek bû
bebê to tîrî ahim ta felek bû
ke ełmasî mujet gêřa be diłma
becuz to herçî mewcûdate ḧek bû
ke fessad qesdî fesdî lêwî toy kird
lecêy neşter lebatî xwên nemek bû
dełêy fîrdewse gułzarî senenducNava taybet
welê bê to lelay min wek derek bû
dił û can û serim teslîmî to kird
ke zanîm bo cefa cumlet gerek bû
ke damî şane kewte mewcî zułifit
diłî salimNasnava edebî le xaka wek semek bû