mîzacî taremî qelbim le «řey»da mîslî «tałş» bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  564 Dîtin
mîzacî taremî qelbim le «řey»da mîslî «tałş» bû
be hawînîş le hewrî çawî tarim, tawî barş bû
le hengamî nezerda wextî ẍefłet bo nîşaney dił
mujet her yek, be ustadîy nîgeh, wek tîrî arş bû
le ’arîzta debînim agirî geş wa lenaw awa!
çi sîḧrêke le beynî agir û awa ke saziş bû?
dewayî zexmî hîcranim ke zanî wesłe, lêm tora
çi mewqî’ bû cefa?! lem wexteda fesłî newaziş bû
be dewrî tîẍî cellada deřeqsê can be xoşnûdî
ke tuẍray piř le nazit bo serî salimNasnava edebî nîgarş bû