dezanî ayney dił key le mî’racî celada bû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  794 Dîtin
dezanî ayney dił key le mî’racî celada bû?
le ’eksî řûyî to wextê le aẍûşî lîqada bû
zimanî řewẍenî wesiłit çiraẍî ’umrî řoşin kird
be sirwey badî hîcranit le ḧałatî fenada bû
be demta îsmî min hat û debê sikkey ebed lê dem
demênê ta ḧeşir nawim lenaw abî beqada bû
ke nawî mudde’ît hêna be lebda min le xom burdim
dirêẍa şerbetî mergim lenaw esłî dewada bû
lenaw zułfa be zarî hate gwêm nałînî dił emşew
gezîm enguştî ḧeyret dîm le kamî ejdehada bû
bedił baweř meken me’şûqe hergîz terkî ’aşiq ka
nîhanî lutfî diłdarim le hengamî cefada bû
tereqqî bû be wesiłit derdî ’îşqî salimNasnava edebîy muştaq
şiksitî ustuxanî ew lejêr ser momyada bû