tabî kwa ayîne řûy toy bête naw

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1132 Dîtin
tabî kwa ayîne řûy toy bête naw
ger le seng bê yek nîgeh deyka be aw
bîmî zułifit murẍî dił dênête lerz
ger be sînemda bikêşim neqşî daw
gahê řûtî muşterî řûtim be can
xoşe bo řûtîy geda řojî hetaw
qet be kes naçête ser dîwarî ’îşq
em bînaye ta ḧeşir nabê tewaw
kes neka wesfî xedengî pûrî zał
beḧsî xûnřêzîy mujet ger bête naw
kê dełê: ahûyî seydi’efgen nîye?
wa şikarî dił deka diłber be çaw
ḧasłî ’îşqim kirasî mîḧnete
murde naba małî dunya ẍeyrî caw
bo diłî salimNasnava edebî mujet wextî nezer
dem be dem dê wek xedengî tazesaw!