qadrî bo nezim û beynî kufir û dîn

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  575 Dîtin
qadrî bo nezim û beynî kufir û dîn
perçemit wa bigre danegrê cebîn
ta denûsê sînî bosey to qełem
dêne ser kaẍez meges bo engebîn
canşînî cem be ḧîşmet min debim
ger wekû le’lî lebit bimbê nigîn
bermede destim le goşey damenit
ba le dinya hełtekênim astîn
pênc û xem bes wa le mûta ta biro
kê degate çînî zułifit ḧîsnî çîn?
ẍeyrî qarûn kê dezanê cêy řeqîb
mûse’asa ger mutî’im bê zemîn
xûnfişane gahî lutfîşt nîgah
ferqî kwa bo dił zemaney sułḧ û kîn
ferzî ’eyne ḧemdî ew ta bê nefes
xalîqê îcadî nûrî kird le tîn
xane wek zîndane bo salimNasnava edebî le ẍem
ẍeyrî sayet ger bibînê hemnişîn