dûr le xałî serî koy to senema ta seferîm

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  739 Dîtin
dûr le xałî serî koy to, senema! ta seferîm
le beheştêkî wek em şare be ḧałî seqerîm
gerçî bawîs’ete em mułke welakîn bê to
diłî min tenge beqed dîdeyî namerdî le’îm
zemzemey ’îşqe lenaw mîsrî wicûdim hemeca
ateş efşane henasem wekû su’banî kelîm
agirê bû wereqî kewte diłî naw murẍî çemen
dugmeyî tîkmeyî her ẍunçe tiraza be nesîm
wa řija awî fereḧ cumle, ke tasî diłî zar
be demî ebroyî şemşêrî keçit, bû be du nîm
ger le nefḧet be xeta feḧlî seba nutfe neda
le emel ḧemlî debê ahû û boy nafe ’eqîm
talîbim dîdeyî to bê be şîfacoy diłî řêşim
gerçî nayê be ebed, karî ḧekîmî le seqîm
xałî toy dî ke lenaw ḧelqeyî zułfa be hewes
naye naw da’îre meşşitaqî ezel nuqteyî cîm
lafî lê dawe be boy nafe, le nefḧey gułî řût
řûřeşî kirduwe te’sîrî gunahanî ’ezîm
turkî tîr’efkenî şîrîn dehenî sîm zeqen
serî sułḧî heye ger derḧeqî yaranî qedîm
ger be qîmet nîgehê ka le řuxî zerd û siruşk
deydemê řîşwetî yek ẍemze be damen zeř û sîm
kafîye yek nîgehit bo diłî tîşney salimNasnava edebî
destî kem nagrê hengamî kerem, merdî kerîm