le kuncî mîḧneta her şew xeyałî wesłî diłber kem

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  899 Dîtin
le kuncî mîḧneta her şew xeyałî wesłî diłber kem
wicûdim wa be carê dête cunbuş wexte peř derkem
le ewweł ḧerfîya wek dił le kaẍez ber debê agir
eger şerḧî şerarey narî hîcirit sebtî defter kem
telaşî teyyî řahî ke’beyî koy yare meqsûdim
minî bê dest wipa lazim, ke pa bo em řehe ser kem
be gêsû çake zincîrim bika diłber le řûy mujgan
leřûya ba minî dêwane bes řûy dił le xencer kem
le eflakî xeyała kewkebî řûy yare ta qutbim
le zułmatî şewî hîcra řehî koy ew debê derkem
ser’efgendey ḧuzûrî serbułendanî qyamet bim
serim ta danenêm şorî wîsalit ger le ser derkem
be neřřadî fîraqit neqdî can axir dedořênim
be xałî muhreyî wesiłit eger sed def’e şeşder kem
qubûłî nirxî bosey le’lî řummanî lebit nakey
le eşkim piř be damanit eger yaqûtî eḧmer kem
leser em mezhebem salimNasnava edebî be meḧzî řûbeřûy metłeb
wekû hîndûyî gêsû her seḧer te’zîmî azer kem