bo xałî lebit zułfî syeh dame hemû dem

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  600 Dîtin
bo xałî lebit zułfî syeh dame hemû dem
guncîşkî hewes lem řehe nakame hemû dem
dił subḧî necatî nîye bo cebhe le řêy zułf
em tuřřeye ta ser be ebed şame hemû dem
ḧebsî minî eymenşude bes dûre le însaf
em murẍe bebê qeyd û qefes řame hemû dem
’aşiq le dił û dîdeyî eẍyarî cefakar
řîswa û elem dîde û bedname hemû dem
bêhûde debey destî teme’ bo serî gêsu
salimNasnava edebî be serit em hewese xame hemû dem