be pabost biga ger ser wekû ferş

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1268 Dîtin
be pabûst biga ger ser wekû ferş
serî fexirim degate payeyî ’erş
nîgahî çawî mestit gahî îma
debexşê neş’eyê bo min wekû berş
eger manî’ nebin destim dega pêt
dirazîy astîn û kotehî erş
mujet tabûr û mîr’ałaye çawit
êrş bo dił deba ger pêy biłê ’erş