be dewrimda wefa kêşawye merkez

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  938 Dîtin
be dewrimda wefa kêşawye merkez
heta demirim le xet nakem tecawez
kuhen nakem qumaşî ’îşqî canan
heta qabîz neyê řoḧim neka gez
benew’ê çerxî dawim çerxeyî çerx
řegî dił ba dira wek řuşteyî qez
biradermadere hîndûyî baẍit
ẍulamî çawî mestit duxterî řez
be şer’î şafî’îNava taybet ger nehye kuştin
le şerḧî şer’î diłber daye cayez
şewî fîrqit leber ẍem ta seḧergah
le pehlûm xare salimNasnava edebî nermîy xez