nîgeh key ger be çawî fîtne’engêz

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  684 Dîtin
nîgeh key ger be çawî fîtne’engêz
deken ta’îb le wer’a terkî perhêz
eger şeh bim debexşim gahî xendet
be hîndûy xałî to şîrazNava taybet û tebrêzNava taybet
şewî mawe ke bêdarim le şorit
le ’ehdî guł wekû murẍî seḧerxêz
dirêẍî bû le şîrîn, kohken, can
debû bîkate payendazî şebdêz
felek neyxiste meḧşer xûnî ferhad
be şêroNava taybet ḧeqqî şîrîn send le perwêzNava taybet
fereḧ dênête xatir ger senendecNava taybet
le diłmaye xefet wek kêwî arêzNava taybet
be zarî muddetêke wa le benda
diłî salimNasnava edebî lenaw zułfî diławêz