her şew ke mahtabî řuxt derkewê le dûr

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  656 Dîtin
her şew ke mahtabî řuxt derkewê le dûr
kulbey diłim le tîregîya piř debê le nûr
ta meḧremim be bezmî wîsalit le xełweta
nakem hewayî qesrî beheşt û lîqayî ḧûr
bê î’tibare merdum eger mał û yed nebê
wa ḧisirtaFarsî ne quwetî zeř ma, ne destî zûr
dił ger bika şikayetî tîrî nîgahî to
naka kesê ḧekayetî behram û seydî gûr
wek zełimNava taybete eşkî dîdeyî tarim le zułmî çerx
herdem dekem le kuncî ẍema yadî şehrezûrNava taybet
şwênî xedengî ẍemzeyî to bû be cêy tewaf
narînNava taybet qełayî dił be şeref geyye mîrî sûrNava taybet
emcar eger le te’neyî nasîḧ debim xełas
nakem ebed řifaqetî însanî bê şu’ûr
salimNasnava edebî nekey le şewketî mun’îm nezer be ẍem
nadem pełasî kohneyî feqirim be sed semûr