key muqarîn bin le wesła řûy min û řuxsarî yar
Li pirtûka:
            Dîwanî Salim
        Berhema:
                Salim (1800-1866)
        
             1 Xulek
             1235 Dîtin
        
        
    key muqarîn bin le wesła řûy min û řuxsarî yar
qet be hem nagen le yek ca; em xezane û ew behar
řastîy şimşad û qeddî to be endazey yekin
her dû mewzûnin welakîn ew zexîme û em nezar
day le qafłey sebir û birdî řehzenî ’îşqit be taw
ta ḧeşir nagem be gerdî; min pyade û ew sewar