guşadîy ’uqdeyî xatir be karê bû ewîş řaburd

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  573 Dîtin
guşadîy ’uqdeyî xatir, be karê bû, ewîş řaburd
diłî piř şorşim xuşnûdî yarê bû, ewîş řaburd
muqîmî xakî koy canane bûm, ḧacîb derî kirdim
le berçawî ’edû bo min wîqarê bû, ewîş řaburd
çiraẍî ’umrî şîrînim şewî dûrî be payan hat
zemanî wesłî diłber řojgarê bû, ewîş řaburd
le ’uryanî peşîman nîm egerçî meşqî mecnûne
be kef cîbî deřîdem î’tîbarê bû, ewîş řaburd
ewend barî bexuř eşkî nema em çeşme bê awe
be yadî qeddî serut coybarê bû, ewîş řaburd
be bêdarî le yadî nîm wesłê, ẍem bese salimNasnava edebî
le xewda def’eyê bos û kenarê bû, ewîş řaburd!