nayêłê bême ḧuzûrit minî aware ’ebes
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
1043 Dîtin
nayełê bême ḧuzûrit minî aware, ’ebes
’aczîy guł le cefay bulbulî bêçare ’ebes
newcewanî! be sitem dił mede, bê, tûbî xuda
bê ẍemane be cefa em serî azare ’ebes
cewrî xot kuştin û hem fexrî ’edûy to ba’îs
be seday xendeyî ew kuştinî dûbare ’ebes
kemî řîte qedemit merdumî çawim lu’lu’
arezûy çake legeł merdumî bêkare ’ebes
payeyî nîk û bedî lem tebeqe ber’ekse
hewesî řutbe lelay em ser û serkare ’ebes
dîdenî qurbî řeqîb bû be keder kewte diłim
dat be řûy ayneda, em xetî zengare ’ebes
dił le řeqsaye wekû zeřře leber pertewî řût
be heway şořşî min řeqsî ḧulî dyare ’ebes
nałe sûdî nîye salimNasnava edebî le diłî kafirda
leb bidoze be elem em hemû haware ’ebes