şorî şehirim ger weha bê cême hamûn ’aqîbet

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  612 Dîtin
şorî şehirim ger weha bê, cême hamûn ’aqîbet
yarî leyla xesłetim demkate mecnûn ’aqîbet
ger şepolî beḧrî eşkim mułkî řûm wa dagrê
debne yek her dû legeł deryayî ceyḧûn ’aqîbet
řamî xoy kirdim le ewwełda be ’îşwe, çawî mest
dest û pay bestim be sîḧir û keyd û efsûn ’aqîbet
bo mutî’î, ’îse’asa řastiřew bû pîş az aynFarsî
wek xetî tersa bînay na ḧerfî warûn ’aqîbet
serçinarNava taybety çeşmeyî çawim eger wa hełqułê
mewc û gerdabî degate kêwî gudrûnNava taybet ’aqîbet
sê be sê yek yek tełaq den, badekeş, ba duxtî řez
ta ebed mestî debexşê çawî meygûn ’aqîbet
ey řeqîb ba to legeł min zułmî fîr’ewnî bikey
serzemîn qutit deda wek gencî qarûn ’aqîbet
’afîyet bê, wek ẍezenfer, duşmin er xwênim bixiwa
piştî ew deşkênê pencey şêrî gerdûn ’aqîbet
tengidestî dewłetî ledwaye salimNasnava edebî mujde bê
şadmanî dê legeł eḧwałî meḧzûn ’aqîbit