hemîsan kewtime naw deryayî fîkiret

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  777 Dîtin
hemîsan kewtime naw deryayî fîkiret
serî da baz le xatir mewcî mîḧnet
hîlakî kirdْwim zehrî teḧemmul
sebûrîm çû ledest endûhî fîrqet
senenduc, bawcûdî baẍ û gułzar,
bebê to tare lêm, wek şamî mîḧnet
decoşê xwên le diłma mîslî derya,
be řûma dê, siruşkim herwekû şet
weha kewtume ser firmêskî çawim
tefawit nakirê esłen legeł bet
kemandarin cefay çerx û ẍemî yar
ledest tîrî qezayan nîme muhlet