wek duřiř û ’eqîq neqşe dendan û lebî ałit
Li pirtûka:
            Dîwanî Salim
        Berhema:
                Salim (1800-1866)
        
             1 Xulek
             1482 Dîtin
        
        
    wek duřiř û ’eqîq neqşe dendan û lebî ałit
mîslî beřeza pexşe egrîce leser xałit
narincî zuleyxaye goy çahî zenexdanit
tewqî milî şîrîne pawane û xiřxałit
pencet le ḧena megre sûrêkî tełxiřenge
xwênî diłî min ałe bo penceyî şimşałit
bexbex le qedî serut, çend diłber û mewzûne
seyrî ke çi şîrîne fês û gułî desmałit
ger bêt û nîqab ladey fî alcimlihErebî debin derdem
meḧzûnî syeh çeşman meczûbî dîdey kałit
bê řeḧim û cefakarî bo kohkenî ẍemgîn
şîrînî zeman aman! řeḧmê be peşêw ḧałit