řaste dił ḧebse welê şade le gêsûyî ḧebîb

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  813 Dîtin
řaste dił ḧebse welê şade le gêsûyî ḧebîb
çunke nezdîke be da’îm le gułî řûyî ḧebîb
be du’a nabê řewa ḧacetî erbabî nyaz
řûyî dił ta nekene qîbleyî ebrûyî ḧebîb
dîde şîrîne ke piř bê le siruşkî şorim
çunke têydaye le ’eksa qedî diłcûyî ḧebîb
le tewafî ḧeremî ke’beyî řû ḧelqezenin
wekû ḧuccacî ḧebeş sîlsileyî mûyî ḧebîb
gerçî xoy cazîbe hengamî teweccuh diłî şêx
wekû min cezbe le řûy dîdeyî cadûyî ḧebîb
bê, beser qîbleyî diłma were ey badî seba!
be demê taze ke řoḧim le fezay bûyî ḧebîb
agirî cewrî le xermanî wicûdim ber bû
quř beser salimNasnava edebîy bêçare ledes xûyî ḧebîb