aşufte kenarî girt gêsû be řuxî yara

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1239 Dîtin
aşufte kenarî girt, gêsû be řuxî yara
arê nîye ḧeddî mar, řabûrê beser nara
’ezmî diłî piř şorim bo damenî seḧraye
bêzar û herasanim bew new’e lenaw şara
mecnûnî byabanî zû řahî necatî dî
nałînî minî bedbext cawîde le kohsara
bo şadîy duşmin yar ta min le ẍema bimirim
melfûfeyî newmêdî nardûye be eẍyara
aşufte û ẍemgîne yarim le qisey nasîḧ
wek tazegułî baẍe pejmurde lenaw xara
’aşiq be qed û řûte, sofî benîhan wek min
dizpîşeye sa qurban gwêy bikute be bizmara
canane legeł salimNasnava edebî nezdîke tereḧḧum ka
bem new’e le giryanî xwên dê le diłî xara