řûbeřûy neqiş û nigînî mustefa

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  1224 Dîtin
řûbeřûy neqiş û nigînî mustefa
nesxe tomarî cemî’î enbya
ya miḧemmedNava taybet toy şefa’etxiwazî xełq
behreyabî lutfî ton şah û geda
bo tewafî ke’beyî to ta ḧeşir
ḧelqegêřn canî kullî ewlya
weqtî keşfî zemzemey î’cazî to
gum deka mûsayî ’îmranî ’esa
dadetaşê ḧeq le şewqî to, nebî
nûrî mang û xor wekû sengi’asya
şem’î dînit bîmî xamoşîy nîye
ta ḧeşir badî muxalîf lêy bida
cezbî to ahenřuba dênête çerx
mîhrî to wek keh dekêşê kehřuba
angeh ’îsa murẍî xoy bê řehberî
aftabî mu’cîzet ger cîlwe ka
řûbeřûy îḧramîyanî koyî to
’etirha dênê hemû subḧê seba
wa be dił bo tewfî ke’bet mubtelan
bû be xwên nafî ẍezalanî xeta
zułmetê bû ummetî xot birde der
mûse er biřwa lewê řê win deka
serwî cennet her deka îdrîs, gez
ta be endazey qedit bibřê qeba
her ke îsimit bû be sikkey zeřřî dîn
sa’îrî dîn bûne zerbî şehřewa
ger nehengî qulzumî î’cazî to
bête řû su’banî mûsa řed deba
her çî can û curmî bê me’lûme lêm
xasse bo to aferîdey kird xuda
win debê wek gencî qarûn zeřřî nab
xakî ke’bet ger nebê bo kîmya
řûbeřûy řewzey munîrit îns û cîn
dên wekû perwane bo şewqî çira
ustixiwanî destî letlet bê be tîẍ
her kesê damanî dînit ber bida
duşminî siddîq û fařûqim be can
ẍeyrî to ger dił qubûł ka aşna
bo řewacî dîn be şemşêr û qełem
katbit ’usmane, şêrit murteza
tîẍî qessabî qeza wek gûsfend
gerdî ke’bet canî salimNasnava edebî ka fîda