çon řeḧmî ebê ew diłeřeq her wekû senge

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  892 Dîtin
çon řeḧmî ebê ew diłeřeq her wekû senge?
key nutqî ebê ew deme wek ẍunçeyî tenge
ew çawe be şeř ’aşiqe, min talîbî sułḧim
ger sułḧe weger cenge desa fermû direnge
karwanî suruşkim ke legeł nałe řewane
’eybî nîye tezîynî řehî qafłe zenge
ew kafre îslamî hemû xiste hîlaket
řenge ke bizanê hemû cê deştî feřenge
ew neş’e ke wa saẍîrî çawî be diłî da
ustadî hezar kûpemey û nêrgele benge
layq nîye her murde biłê zînde be ’eşqim
deryayî meḧebbet be xwa beḧrî nehenge
geh caduwe, geh ahuwe, geh tawsî meste
zêwerNasnava edebî çîye ew şoxe le sed hey’et û řenge