wek qedeḧ çawim leser dest da’enêm nanûm şewê

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  846 Dîtin
wek qedeḧ çawim leser dest da’enêm nanûm şewê
şestipeřî řût ta lenaw baxî zemana serkewê
encûmî řûyî zemîn meḧun be nûrî tel’etit
wek sitarey asman meḧun şefeq ger derkewê
muttesîl ta subḧidem ẍerqî xeyałî řûyî tom
’acze, torawe lêm, xo her nizîkim nakewê
’aşiqan her yek le pêştir xo be qurbanit eken
řebbî qiřyan tê kewê nobem ke her bernakewê
ger çî dermane nîgahit bo birînî nêw diłan
teb’î nasaze diłî min em deway pê nakewê
kafir û îslam muqabîl bûn le şarî ḧusnî to
ba’îsî çî bê ke îslam def’eyê ser nakewê!
zêwerNasnava edebî y dił piř musîbet bende bo xizmetguzar
meykuje êcgarekî ’ebdî wehat des nakewê