newbeharî baxî ḧusnim mat û ẍemgînim, meřo

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  912 Dîtin
newbeharî baxî ḧusnim! mat û ẍemgînim, meřo
bo nimay qeddî letîfit çaw piř’esrînim meřo
menbe’î ’eyş û sefay saḧîbdiłanî çawekem
tełxe ’eyşî ême bê to, řoḧî şîrînim meřo
zîndeganî, şadmanî, wasîtey herdû etoy
memkuje -qurban- be hîcirit quwetî dînim! meřo
sefḧeyî dîde be xetit û xałî to řengîn buwe
kołewarim sa meke ey -askî çînim! - meřo
min ḧeyatî ’arîyem teslîmî ẍemzey çawte
taqetî dûrîm nemawe - ba’îsî jînim! - meřo
neş’eyî (zêwerNasnava edebî) be pyałey çawî towe baqîye
sa be meqsûdî řeqîban -dîde şahînim! - meřo