ey diłberî şîrînsuxenî ẍunçedehanim

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  796 Dîtin
ey diłberî şîrînsuxenî ẍunçedehanim
lew wesfî demî besteyete bestezubanim
bêzarim û bê zarî şewm nebwe ke biřwa
bê tel’etî ew şemseye tarîke jyanim
bo seyrî řuxî ateşîyet! bûme mecûsî
lem ’esre minîş warîsî zerdeştî zemanim
çawit ke gelawêje sûha řenge gelawêj
her derbikewê lerze exate dił û gyanim
teswîrî guł û baxçe eken ẍeyrî gułî řût
ḧeyranî ẍełet kirdinî řessamî cîhanim
ew řûyî fereḧ’awere wek fecrî behare
min lew řuwewe herçî biłêm řûte beyanim
dûrin le huner herçî heye saḧêbî dînar
memnûnî pelî pîneçîy û şanî sepanim