cewabî meteł şarêkî xoşnaw

hełhênanî metełî sałḧ zekî begî saḧêbqiran
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  625 Dîtin
cewabî meteł şarêkî xoşnaw
wa ’erizit ekem ey ḧurmet gîraw
le şarî kurdan cennetî sanî
eger ḧez ekey eto bîzanî
ewwełî «bê»ye axrekey «hê»
bê çende xoşe baneCih awa bê
«ba» bo musbete «ne» bo menfîye
baneCih dû hîca û çwar ḧerfîye
ewwełî labey «ane»y qîmetdar
dîwar biřmênî «bine»y quwetdar
«hê»y lê laberî banêkî berze
yaxwa meḧfûz bê le beła û terze