diłim esîrî kemendî yekêke bê ayn

Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  1045 Dîtin
diłim esîrî kemendî yekêke bê ayîn
betîrî ẍemzeyî xunkarî cergî kirde birîn
bexendeyî lebî ałî esîrî kird gyanim
beçîhreyî weku řojî buwe be řojî zemîn
fîdayî xakiẍ qedemtim de zû bike çarem
nemawe taqet û hoşim le tawî şîn û girîn
minim ke bendey derga û muxlîst qurban
le derḧeqî minî miskîn meke beyanî kîn
biłê beşîrî birot besye ba neřêjê xwên
nemawe muslîm û kafir, becarê giştî biřîn
egerçî ferz nîye amîn bełam le ’eşqî to
lebatî carê hezar car bedił ełêm amîn
le fayqNasnava edebîy megre mestî xurde sałêkim
bałay mebîne, ewîş tîflî ’eşqe nazenîn