bê şewqe qemer wextê ke hełdê le hîlala
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
1 Xulek
1315 Dîtin
bê şewqe qemer wextê ke hełdê le hîlala
momêke le çaw ḧusnî řuxî diłberî wala
şêtî lebî tom, wêłim û mecnûnî byaban
perwaneye dił, wêłe bedûy dîdeyî kała
’eyşim henmû ẍem, bê xew û xorake wicûdim
toş kafrî řeḧimit nîye yek an le xeyała
mirdin beşî gewrey mine lem řêgeye qurban
řeḧmê bike toş bimxere der lem binî çała
lem řêgeyî piř tab û ẍeme fayqî zêwerNasnava edebî
sûtane beşî, mirdine ḧîssey leme ała