çûme binçîney ’ilûmî řemil û cefir û celcelût

tetebbu’at
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  925 Dîtin
çûme binçîney ’ilûmî řemil û cefir û celcelût
têgeyştim zeřřeyê nef’yan nîye herwek sirût
wîfqî sê sûç û legeł çwarsûç wipênc sûçim ke dî
sûçekanyan tê geyştim, ey bira, lût û bizût
çend keřet nûştey řeşîm nûsî çi sûdêkî nebû
celbî diłdarim ekird emma řeqîb bo lam bizût
bo ’ezîmet xwêndinî cînnî le wextî nîwe şew
mestekî û cawî esûtan dane dane û cût becût
teltehîş ya teyrehûc sê çwar hezarêkim exwênd
fa’îdî çî hîç nehat bo lam cinokey řût û qût
taze wa bam dayewe û badaneweş ’eybî nîye
şwên kiławî sexrî cînnî nakewm wek maye pût
to meçore lay qeşe û malûm û mela, gewre kiç
kirdewey cwanit ebête wasîtey te’cîlî şût
řemił û qał name û melay dîn têkderî jin tefreder
destełatim bê becarê eyxeme naw çałeqût
dar û berdî şexsekanî kes nenas û bê esas
wa lecêy xoy text ekem eykem bedeştî cêge cût
lem piřupûçane řizgarim buwe û carêkî tir
dest le îşî tuřřehat nakem be zatî layemût
xozge wek min tê geyîwim kurdewarîş wa ebû
em qiřuqêłane bo nane be teḧqîq û subût