nabezîn

Li pirtûka:
Şî’rekanî Kameran Mukrî le Řojnamekanda
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 3 Xulek  991 Dîtin
bîkerewe dergay řeşî zîndanit
dabřêje kotî qursî giranit
şûre bikêşe le pence û bazû
lenaw xwênawa şûreket hełçû
ba bom şepol dat tarîkîy mengit
ey zincîr ba bêt le pêma dengit
ba bêt qamçî û dar ben le textî pişt
be fen ew goştem bo biken biřişt
kwa qamçî kwa dar kwa ziřey zincîr?
kwa xwên kwa siza kwa nirkey esîr?
sizam den, siza, piř jan û azar
nabîstin ahêk, nałeyek, hawar
destan hełmigrin çî le bartane
dirêẍî neken lew sizdane
nefîm ken bo dûr bo seḧray bê pey
bê aw û sêber bê hewr û nirkey
her de pencekey pêm hełwerênin
le darkarîma qet damemênin
le textî pişt û řûmetî zerdim
bom dabtaşin dû kêl û berdim
leser tateşor be xwênawî xom
lêmgeřê bê hest ta xom xom eşom
le pêstî jêr pêm hî piştî destim
kifin hełdiřn be tawî hestim
***
wazke derwazey řeşî zîndanit
quř beser xot û xizmetkaranit
be pişkoy agir řûmetim be dax
winciř ken wêney neqşî ser beyax
singim şeqar ken nek singî bê xem
let û petim ken hêşta koł nadem
koł nadem ebed hetakû mergim
ebim bequrban gelî bê bergim
qamçî kway le kwêy piştî zamdarim
pêt ełê řûřeş nałêm «bêzarim»
meçek kelepçey bezan be carê
egerçî xwênî pya dête xwarê
pê, pêwendeket da’eřzênê
gerdin tewqeket her epsênê
delaqey zamim qebrî sitemkar
cê darî lêdan fexre bo hejar
ême dujminî dîl û kuřnûşîn
zîndanî tarit her heł’elûşîn
baweř behêztir le dar û asin
le sêdaretan behêztir gerdin
etkeyn be qurban pêy kiřêşawî
řenicberî birsî pence xwênawî
jyan bibête kořî agirîn
dinya wergeřê ême nabezîn
le naw qefqenî zincîrî zordar
qełay dwa řojîn, mirdin bo zordar
le çawî dayka diłopêkî sûr
lenawya şêwe û dîmenî cesûr
řoj, dwa řoj maçî eka lêwî kel
eyka be qeqnes miłozmî gel
ew xwêney kanîy dił hełî’eda
nexşî ekêşê azadîy tyada
seyrken ewa diřindey kołdan
wa tasa lejêr pêy qaremanan
wazke derwazey řeşî zîndanit
dwařoj bêsûde nałe û giryanit