bûkî seywan

Li pirtûka:
Şî’rekanî Kameran Mukrî le Řojnamekanda
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  800 Dîtin
kiçî cwan gerdinî nermî wekû giznigî hetaw
kemerî teng, qołî sipî, qijî zerdêkî xaw
pencey ta biłêy nask, çaw be wirşe wirşî kał
nizîk çenagey naweřast çałê taqe yek xał
kiçî cwan leş û larî nexşî ewpeřî cwanî
şermî hestêkî nyanî heł’eda her wekû kanî
her zêř bû le piştî seryewe takû kemerî teng
birîsk û huřî wekû singî behar cilî řengawřeng
diłî be kuřêka çû bû hejar bû, bê telar
parey nebû, samanî nebû, bêcge le diłî hejar
ew lawe ney’ewêra daway kiçe bika ta mirdin
dûrîş nebû her nawhênanî be tenya nebête hoy kuştin
çunke serwetî řeşî geław řêy lê tenîbû ta asman
ew kiçe dewłemend û em hejar û bebê saman
xo êste diłîş her be pareye mamełey pê eken
yekêk biçête daway diłêk ełên çend pare eden
kiçe bezor mare kira le pyawêkî pîrî dewłemend
be sinûq ałtûn û parey zorî hebû nek be kemerend
firmêsk ke eřjane ser gona diłop diłop etut
ke hêzî mirdine wa dête xwarewe kutumit
pencey em û ew arayşî řûy kiçeyan ekird
firmêskî lêłîş eysiřî û ew řenge ałey ebird
bûk arayşî kira be sûraw û piştên û gerdane
henisk û diłî be xurpe kewte řê hî ew kiçe cwane
bew nařewayîye bezor dayan be şû be nabedił
sa çon newerêt awatî ew kiçe her wekû guł
ewendey pê neçû herwa çend mangêk nebê tał
bûk bû be bûkî seywan û be mîwanî cergî çał
bew daxewe serî nayewe bew diłewe bû be mîwanî gił
nirxî çîye îtir dway mergî ew tuxwa pare û xişił!!
kesukarî neyan’ezanî bigrîn bo diłî yan bo gyan
be destî xoyan bû diłyan pilîşanewe bo saman
ey bûkî seywan yadit le gułî erxewana sûr
bo mergî zordarîye hestî min şepol edat bê sinûr