kanîy behre

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 3 Xulek  997 Dîtin
ba bisûtêyn bo wişey cwan, bîrî cwan
honrawey cwan řistî be zebir û řewan
honrawey cwan le gułałe cwantire
le kejaw û le řûbar řewantire
le lûtkey kêw berz û gerdinkeştire
le biłêsey giřî agir geştire
***
honrawey zerd be xemî dił aw diraw
zerdî kałî wek birjangî xoretaw
sipîy nask bûkî derûnî xawên
sûrî geşî wekû peřey gułî xwên
hemû cwanin, hemû geşin, parawin
hemû gułn le naw diła řwawin
ba hezar û yek honrawey řengawřeng
wekû kiçî goşî naz û şoxuşeng
leřêy kanîy diła bêne lence û lar
berew lûtkey çyay honrawey nazdar
leser dugmey pyanoy derûn awaze
pexşan biken bo jînî wêjey taze
hemû cwanin bełam ewey nemre
tenya şî’rî perwerdey naw agire
şî’rî kispey cergî bê deretane
gułî pişkoy xebatî kurdistane
hełbestêke wek demî birîn ałe
honerewey nasorî jînî tałe
piř henisk û tase û qułpî giryane
bo hełmet û bo wire û têkoşane
řegî legeł řîşey dił têk aławe
be diłopî xwên û areq nûsrawe
ey honrawe ey le mirdin behêztir
ey guşî xwên perwerdey koşî agir
to be xencer, des û pencey xwênawî
le ser dił û cergî mêjû nûsrawî
***
wişey nask, řistî şîrîn û tebam
şî’rî řûnak wek mange şewî hîwam
wirşey kanîy behrey honrawey şîrîn
nexşî bałî pepûley şî’rî nermîn
lerey neẍmey mosîqay selîqeřêj
ya zarawey pak û wirdî wałabêj
honrawey cwan p.bendî serkozer gîraw
dêřî wekû qijî wekû tavgey aw
bestey teřî dengî nask û besoz
çamey řengîn wekû sersingî newroz
sed estêrey karwan kujey honrawe
wişey řûn û řewanî wekû çawe
kamî cwane û xoy û bîr û awazî
bo honrawey agir eykem be cyazî
lay min ebê honrawe bo hejar bê
dengî pałe û řenicberan û cûtyar bê
ebê qałbûy botey řenc û xebat bê
ebê xorî kelî berzî awat bê
ebê bize û giryan lêqewmaw bê
zebrî tołey qaremanî kojraw bê
ebê çing bê û gîr bê le bînî dujmin
ebê çek bê bo katî hełmet birdin
ebê xwên bê, ebê neberd û ceng bê
nek be tenya her wişey řengawřeng bê