suxme

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  1233 Dîtin
witî: suxmey awa tesk
qûmaşekeşî wa nask
bo singim nabê zû epwê
bom bidrû yekêkî nwê
***
-: meger hî zîw û ałtûn çin
bişê bo singî wa xirpin
***
şermî řişte ser xunçey lêw
sûy le řûmetî weku sêw
be nazêkewe wekû bûk
witî suxmey tesk û biçûk
bo singî wa berz û goştin
nabê ey deste xuşkî min
eme dû suxmet bo dirûm
neguncan legeł arezûm
emcare le ser endaze
bom bidrû suxmey taze
***
deste xuşkî suxmedrû
mest bû be cwanîy sing û řû
emendey nwařîye sersing
kułmî guł û pirçî gizing
emcareş endazey şêwan
têkçû suxmey kiçołey cwan