pencerey sewz û sûr

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 6 Xulek  981 Dîtin
ewsa dinya le lay diłim xoş û berîn bû
baxî hestim gułzarêkî geş û řengîn bû
beharî gyan hemîşe teř, cwan û paraw bû
le derûna xuřey tavge û qełbezey aw bû
lew serdeme ne girjî bû, ne kispey xem bû
diłim xoş bû lêwî geşî zerdexenem bû
asoy jînim wekû lêwî korpele ał bû
asmanî gyan pîrozeyî, tenya samał bû
mangî hîwam her çwarde bû û tirîfedar bû
kanîy xewm řûn û hêmin, birîskedar bû
lew serdeme şêrdiłim bû, cwan û xirpin bû
noberem bû, şa awatî jyanî min bû
taze payîz şaney ekird ew qije xawe
ke şêrdiłî nazdarî dił hate dinyawe
małekeman ’irûsîy bû, awêneben bû
dîwarî jûr nexşî nask, wird û degmen bû
leser dîwar şewbo û nêrgiz hełkendira bû
be awêne nexşî dar, guł çespênra bû
pencerekan darî gwîz bûn be şûşey řengîn
be êwaran řengyan eřişt wek pelkezêřîn
ew serdeme řûnakîy jûr, şew çil çira bû
le binmîçî nexşawîda hełwasra bû
ke şêrdił bû leber tîşkî çil çiray cwana
lekelegîy gewre û xoşaw le pişteywana
ḧewt şew kořî aheng gîra ta demew beyan
demê beste taw tawêkîş lawkî nyan
ewsa dinya le lay diłim xoş û berîn bû
baxî hestim gułzarêkî geş û řengîn bû
bawkî şêrdił demê buwe û demê hejar bû
sałê bê’îş, deramet kiz, sałî tucar bû
bełam seẍî, pare lay ew wek çiłkî des bû
le paşekewt, pare ladan êgcar weřs bû
bawkî şêrdił diłsozane kuřî pêgeyan
le xem řexsî, xoy daye dest gerdawî jyan
şêrdił gîra, tumes xulyay weten perestî
serdemê bû lêy sendibû aram û hestî
ziřey zincîr bû be neẍmey xemî diłî min
be ne’reteş bo hełmet û bo tołesendin
ḧewt sałî tîj peřey diłî aramî pêkam
be ḧewt sałî agirawî, giřim girt sûtam
ew le zîndan minîş lenaw zîndanî mała
ew legeł kot, minîş legeł xem û xeyała
ew lew dîwî dergay asin, dîwar û telben
min le jûrî nek awêne diřkî xefet ben
ew peroşî lepê asman ya qûlancê şax
min ’ezretîy baxî řûy ew, ew ’ezretîy bax
ḧewt sał diłim bêberîy kird le bînînî deşt
ne geřan bû, ne małan bû, ne arezûy geşt
ḧewt sał laşey zerdexenem lenaw diłma naşt
çend berzîye qurbanîy wa, berz û bê padaşt
***
oxey şêrdił dway ḧew sałî řeşî xem çeştin
dway řehêłey ḧewt payîzî eşkî lêł řiştin
dîtmewe be serbestî, pê le kot azad
min diłxoş û to řûxoş û minałeket şad
bełam ḧewt sał demuçawî geşî jakanim
dwa mêxekî hîway xoşîy hełpiçuřkanim
ne ew diłe û ne ew şiney zerdexeneyem
ne ew şewqe le řûma ma, ne ew oxeyem
ne ew zewqî ciluberge û gurûnî poşîn
ne řûxoşî, ne hajekey tavgey pêkenîn
be weyşûmey ḧewt payîzî matî jyanim
lêzmey siza, lêşawî xem, gełařêzanim
bazî şadîm mayewe ser miştê çił û çêw
geła xiza, guł hełwerî, xem nîşte ser lêw
dway çend sałê kujanewey çiray deramet
gîrodey tane û pilar, nasor û xefet
dway çend sałê xiłtey tałîy nebûnî çeştin
eşkî sûrî bepenhanî û aşkira řiştin
dway çend sałê bigre û berde û şew tirsî girtin
şewnxunî û řaçenîn û xurpe û nenûstin
dest sipêtîy kotayîy hat kewte hewłdan
bo dwařojî cigergoşey, bo tîkeyek nan
bełam aram ełqekanî her zû tiraza
dîsan pişkoy xem û nasor be diłma çiza
gêjełûkey siza oqrey diłmî řamałî
mîwey pişûm her mayewe be kirç û kałî
leser lûtkey sextî çyay be xwên peławî
le eşkewta, le pêdeşta, dêy dûkeławî
le derûnî be agirî tołe sûtawa
lenaw cergî hejaranî řołe kujrawa
le baweřa, serberzîya, le bêxî diła
lenaw diłî lawekan û diłî şêrdiła
gerdelûlî agirawîy şořş hełîkird
dîsan şêrdił hawarî kird «ejîy ewî mird»
katê jyan kewte ber pêy gerdin keç kirdin
řêy namênê bo řizgarî bêcge le mirdin
şêrdił řêgey çyay sextî hewłî girteber
le hełmeta tenya singî ekird be senger
tamî xoş û xewî xoş û tase û aramî
sercem hemûy leřêy kurda kird be qurbanî
le naw kořî têkoşana dilêr û becerg
çend sałêkî hełkird leser gułejenî merg
şewê ke mang mat û melûl eyniwařîye çił
payîzî zerd řengî sûrî eřişte ser gił
katê wirte lenaw gerûy zîřey fîşeka
legeł xulyay aram wekû şûş eşka
katê payîz leser lûtkey biłindî çya
le cyatî min beser laşey şoxa egrya
gulleyekî bêbezeyî çiza be singya
tifengekey le paş lerzîn sist bû le çingya
leşî kiftî be sî sałey xebat encin bûy
zamî sing û diłî gewrey le lêdan kewtûy
be firmêskî çawî şemał gułî wek çira
eşkî tavge be şêneyî û be nermî şora
be nyanî û mêhrebanîy çyay pişkogir
be tałîy şew, estêrey geş, twêjałî agir
be dûkełî agirdanî diłî be coşî
laşey şengî têkoşerî azadî dapoşî
êste herçî endêşeyek parawî xeme
lenaw dił û le derûnî tarîka heme
herçî xunçey awat heye hemûy hełwerîn
herçî çawî yadim heye hemûyan egrîn
cigergoşey cigergoşem, weçey kesasim
nek be şêwe her be sozî denga enasim
çaw lêłayî û dił nasorî tarîkî dahat
xefet legeł cehenemî derûnim řahat
min ezanim ta tînwêtîy xoy eşkênê gił
le diłopî xwênî geşî zorî wek şêrdił
werdî hîwa, towî amanc pê nageyênê
çingî newem dasî berhem řanaweşênê
bełam êwe ey kurdîne zortan nefamin
nirx û berzîy xo be kuşt dan hêşta nazanin
le lay êwe gił meyl biř, şehîd naw win bû
kê esûtê ba bisûtê bibê be sûtû