lafaw
Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
4 Xulek
1055 Dîtin
ey firmêskî lêł bilerze
le ’ezret baran û terze
dîsan hestî honrawey dił
wekû menceł hatote kuł
emcare diłopî esrîn
ekewête hełbest çinîn
êware bû pirşingî xor
dûr kewtewe le şar be zor
hewrî payîzîy řeş û zerd
çîn çîn enîşte ser řûy herd
gwêje girya, girya bexuř
lafaw hesta betîn û guř
asman bergêkî poşî řeş
merg nawşarî girte baweş
xwênawî şaxî mat, tezîw
xanûy řa’eda bo naw şîw
bêşkey minałî êsk sûk
bû bû be gořêkî piçûk
wekû belem leser řûy aw
eřoy berew neman betaw
pirçî sipî desk desk
legeł gona û demî nask
eřjane naw cade û kołan
dar û dîwar, berd egryan
dayk eyzîřan bo minał
minałîş «parçe goştî kał»
ekewte jêr dar û perdû
şîn bû «hemû» nek kes mirdû
lemeşa to tyaçûy hejar
ax le xeşî hewr û zordar!!
xanûy giłîy kołanî teng
ekewte naw gomawî meng
ke pengî exwardewe aw
eyzirîkan supay lafaw
eyneřan beser şara şar
ekewte qirîşke û hawar
lawêk ta dwênê bû diłxoş
perîy hîway girtibuwe koş
xoy danabû biřwa bo dûr
«bo xwêndin» bełam awî sûr
legeł daykîya dest le gerdin
hełîlûşîn awî mirdin
«kamil»: ey kuře şengeke
«kamil»: lawe bêdengeke
çon?! to êste çûyte jêr gił
dek kwêr bin «payîzîş û guł»
ew gence, ew kuře cwane
êste le seywan mîwane
ax eywîst sibeynê beyan
biřwa bo xwêndin lawî cwan
çaweřê bû dwařojî geş
kamil gyan bigrête baweş
diłnya, çaweřê bû law
biřwa bo xwêndin ax lafaw!
lepiř wirûjmî bird bo jûr
mird awatî geş «bê sinûr».
mird diłêk û gyanêk, derûn
dwařojêkî şîrîn û řûn
êware bû pirşingî xor
hewr day’epoşî be zor
lawêkî besziman hejar
kewte bangikirdin û hawar
bełam çî!! dway yek henase
ew beszimane kesase
çuwe ser laşey dû minał
girya bo jînî řeş û tał
laşey minałanî her dû
derhêna le dar û perdû
mird zerdexene û çawî cwan
mird dû minałî besziman
êware bû lêşawî sûr
her laşey ehêna le dûr
demêk serêk û pirçî zerd
tawêk des û pencey bêgerd
yan lepiř pîrêkî bêhêz
«ixtyarî ekird lêy gurêz»
pelamarî eda bo goşt
«goştî minał xoşî eřoşt»
mirdin eygêřa zemawen
egryan hejar, dewłemen
dergay asin, dîwarî zil
berew şîw eřoyştin be til
pencere û perde û çawî kał
egryan bo nextê samał
terzey řeqî denk gewreş
be silêmanîy eřişt xeş
erê payîz, erê baran!
bo qarit girt le kurdistan?!
erê hewrî mat û be sam
bo řatdayn wek pełaş, nemam!
şewê esûřaynewe law
bazûman bo kar hełkiraw
çûyne kołanêk haje haj
aw laşey kirdibû be kaj
kuřêk hat şel, gałok be des
bangî kird hawar «lafaw» bes
tuxwa xełkî aza «werin»
em xanuwem bo hełgirin
kiçekemî tyate hawar
kiçêkî naskołe û nazdar
yekêkî tir hawarî kird
sê xuşkim, daykim, bawkim mird
ax xuşkî kesasîne, min
çî bikem legeł hêzî mirdin
emwîst be swałîş bwaye ger
bexêwtan kem ta mirdin her
bo řoştin letaw birsêtî?
bo nan? ha gyanim birîtî
ax hêlanem şêwa, řima
beyaxî ye’sim hełkira
kiçêkîş şox, çwarde sałan
le jûrêka xincîle û cwan
eyniwařîye baxî xeyał
dwařojî xoş û asoy ał
nwênî bû bû be goř û mird
ax lafaw çî be ême kird?!
nabê şarî pîroz û cwan
sałêk diłxoş bê, bê zyan
ya lafaw ya bombabaran
ya lêzmey gulley bêwçan
ebê sałê carêk êre
wêran ka bîka be gêre
ebê şînêk her saz bika
xełkî wa peřewaz bika
dergay şadîman dabxa
ałay řeşman bo hełbika
nîweşew bû dengê hełsa
bangî be naw şara eda
eyut ewey mał wêrane
řû bikate xestexane!