kiçekey xoy
Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
1 Xulek
1084 Dîtin
gizing le gerûy keja
wek ałtûnî xaw řija
kejawî sardî beguř
řijaye şexełî çiř
perdey tenk, awrîşmîn
be şemał kewte lerîn
le nwêna tilayewe...
ta giřî kujayewe...
kiçî hejarî bê nan
becêyhêşt telarî cwan
dway ewey gułî... gencî
lenaw nwênêka werî
***
le şewa... dway panze sał
kiçêkî cwanî çaw kał
nîgay ta biłêy şîrîn
qijî zerdî agirîn
her ew kuře, ew diłe
ew derûne.. be kułe
ew şeytane desdare
ew řawçîy paredar
kiçî geyane telar
naw jûrî birîskedar
’irusî awêneben
înca kuřî dewłmen
bergî şîtał kird lepiř
maçî ekird... germ û goř
le singî şîrînewe
çawî agirînewe
giř heł’esa bo tasey
germ ebû henasey
beserî bird şewî sûr
be bêşermî bê... sinûr
«bełam ey pirşingî kał»
«agat lê bê le qedpał»
kiçî xoy bû... neyzanî
hî dostekey caranî!