goranîy min

Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  709 Dîtin
ba hêlanem her teng bê
awazekem bê deng bê
werzim payîzî zerd bê
lênîştûy gułim gerd bê
eger biłêm kurdim.. min
yekser zimanim bibiřn
pêwendekey caran bê
ełqey řeş û giran bê
awa hejar û lat bim
awarey naw wiłat bim
lêwî xefet lê nîştûm
ya řûy jakawî zerd bûm
wek gełay zerd dyarî bê
mûçem her darkarî bê
řêm be daw tenraw bê
diłim kip û guşraw bê
«şerit bê piř gerûy hestim»
«em careş her boy hestim»
besteyek biłêm êcgar
germ û xoş bêt bo hejar
bo jînî kurdewarî
bîkem be neẍmey dyarî
derûne piř neẍmekem
sadey beste germekem