caranim

Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  769 Dîtin
caran diłim be me’yûsî
dêřî xefetî enûsî
termî zewqim sist egeřa
kiłpey pejarem egřa
caran hestim temawî bû
herçîm ewt xemawî bû
le deştî nasorîma, her
egeřam wêł û derbeder
emut ax bo şarezaye
zammî sařêj bikirdaye
ne guł bew řenge cwanewe
ne çił bew çiroyanewe
ne mosîqay şemał hawîn
ne hajey awî kef zîwîn
ne cirîwey melî ser çił
ne ẍemzey kiçî řûmet guł
sařêjyan nekird zamî min
birînî cergêkî kun kun
ta pencey to, pencey nerim
sařêjî kird zamî germ
to ełêm xway xoşewîstî
ke serçawey şadî û hestî
ey xoşewîstîy nîştiman
to bûy minit kird şadman
ey gyanekem ke tom nasî
îtir nejyam be kesasî