şeřî gewre

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  541 Dîtin
le dałanî mizgewtêka
birsêtîy diłî epêka
zerdepeřî řeng agirîn
řijaye naw ḧewzêkî şîn
leser berdenwêjêkî pan
yekê desî kird be bangidan
awazey wirtey xwanasîn
heł’esa wird, mat û ẍemgîn
dway ewey nwêj kotayîy hat
dû kwêrî beszimanî mat
kam wişe germe zor betîn
kamyan dił dênête lerzîn
eyan řişte gerûy dałan
řistyan ekird bo letê nan
piştên řeng zerdî wek gogird
basî sinûqe çay ekird
yekêkyan dengî hełbiřî
«to bûy nanî minit biřî»
min? bira gyan minîş wek tom
hîçim nîye emşew bîxom
lenakaw bû be şeře dar
zirîk û hûř girme û hawar
diłopî xwênî leşî zerd
epjaye ser dîwarî berd
qewma şeřêkî êcgar zil
ta hat melay şox û çaw be kil
melay poştey têr û tesel
derîkirdin be pele pel
hendê le kuře dewłemen
ke heyane şitî degmen
eyanfermû!! şeřî awa
naşîrîne bo małî xwa
lam wa bê her ew şêwane
birdyanin bo bendîxane
nazanim têryan xward lewê?
eme pirsînêkî ewê