pepûley beheşt

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  728 Dîtin
çawit kewte nîga řiştin
ey firîştey beheştîy min
lerzînî diłopî esrîn
leser xunçey kułmî şîrîn
melî diłî daxurpanim
agirî berda le gyanim
pirsît erê beřast gyane
tu û «şîrînî em jyane»?
to minit xoş ewê be dił?
wek min gyanit hatote kuł!
min ełêm: herçî şik ebem
be yek tirîqey toy edem
tenya bo yek zerdexene
bo lerey ew bergerdine
herçîm heye mayey jyan
be anê eykem be qurban