defterî kon

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  586 Dîtin
jûrî řeş, defterêkî pan
çwar pênc sîsirkî besziman
mêzêkî gewrey kon û şiř
komełê kaẍezî winciř
yadî konim hî heşt no sał
bîrewerîy şîrîn û tał
řijane ser řûbarî gyan
gerdawê hełsa bê’aman
lew deftereda yek yek naw
řîz bûbûn wek kulley sûtaw
emyan hî dizê bû birsî
letaw nan eykêşa ḧepsî
ewyan hejarê bêtawan
yek be dway yeka egryan
nawit çîye?... min?... kameran
pêteweye xał û nîşan?
pyawê bû xway defterî kon
şêwey řêwî serincî mon
çûme naw lapeřey defter
jimarey xomim kirde ber
bîben bo naw cergî zîndan
«boy dakutin kotî giran»
çûme naw çwar dîwarî teng
êware bû dinya bêdeng
dengêk qaqayekî enard
sałî ḧepsî xoy ejmard
wis bin eme dû, ne’ sêy piř
lem zîndanedam ser û miř
her ewe bû tawanî min
witim kes meken be gasin
hejar meken be xişt û berd
bo koşkî berzî sûr û zerd