dwařoj

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  646 Dîtin
ełên gułî şadît weran
dwařojî jînî xot fewtan
herest hêna be qełay
kameranî dił û hîway
be honrawey xwênîn witin
be wişey agir řêkxistin
xot kird be hawdemî nasor
be hawřêy xem, xefetî zor
kewtûyte çya perestin
basî bejin û xał û gerdin
demê egrî wekû minał
ebî be pepûley xeyał
tawê legeł melî deng xoş
naxî diłit dênîte coş
asman û estêrey şînî
behar û gułî řengînî
tavge û qełbezî wek çuřî
dułyan û cogey beguřî
beyan û dîmenî aso
bûn be «peristirawî» to
leser miştê xakî weten
çend car le pêt kira pêwen
bo řeş û řût, çînî birsî
herçîyek ekey natirsî
ne nawit heye! ne saman
ne mał û ne jinêkî cwan
bem core lêşawî tane
dêt be ser kam şî’ra cwane
çunke min şî’rî wekû giř
nadem be parey sard û siř
«bo êwe zêř peyakirdin»
«minîş xizmet heta mirdin»
heryek oxey em mîllete
nadem be her çîyek hete