tîşkî çirayek
Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
5 Xulek
929 Dîtin
kiçî nermołey şox û şeng
bergyan poşî hî řengawřeng
arayş leser textî řû
letaw cwanî şermezar bû
gerdaney zêř ała le mil
piştên guşî kemerî şil
şerim eřja le wirşe û çaw
birîske le egrîcey xaw
wirşe le keway surmeçin
pirşing le kułim û le gerdin
bonî řêḧane le perçem
bonî gułe ’etrîş le dem
des ke çend cwan û xirpine
nexşandibûyan be xene
xermaney dewrî kułmî sûr
le temî tarada wek nûr
bûk geyşte jûrî telar
dewreyan da kiçî nazdar
cwantirîn şitî cwan, degmen
le jûrêka awêneben
cwan řêkyan xistibû bo bûk
bûkî nermołey êsk sûk
po peşmîn û perde û gułdan
ferşî řengawřengî kaşan
nexşêkyan kêşabû êcgar
cwan bû wekû baxî behar
diłî zawaş pîrî teřpoş
her çak bû ne’ebû bêhoş
zawa poşî bûy cilî cwan
serî taşî bû be gwêzan
le pêwe ta mişkî û kiław
hemûy taze û wird, řêkxiraw
çaketekey wekû caran
neybû pîney ser milîwan
kiçêkî hebû cwan, şîrîn
xwêngerm û şox û nazenîn
bełam daykî ebû.. de sał
cêy hêştibû jyanî mał
lejêr sayey erxewana
řakşa bû le seywana
bawkî.. em bûkey ke hêna
çwaremînî bû le jîna
şew hat û bêdengîy besam
kişaye naw kûçe û şeqam
mang eyniwařîye pişt perde:
řûy ew şîrîne bêgerde
eyniwařîye bûkî wek guł
- pîrî jîn řoştûy berew gił -
eyniwarîye befir û agir
kiç pişko bû pîreş befir
her pare bû hoy em ketneş
saman bûkî girte baweş
lemberewe jûrêkî teng
wekû şew ẍemgîn û bêdeng
kiçekey ḧacîy besezman
serincî eda le asman
dway henaseyek bêdeng bûn
esrîn zaye naw çawî řûn
çawî lêł bû.. birjangî wird
penayan bo yektir ebird
daymałî bergî sûrî kał
nwařîye kułmî xiř û ał
dû diłopî lêł le esrîn
leser gonay sûr elerzîn
ke řwanîye ser singî řût
diłî xoşî boy ebzût
seyrî pûzî ekird nask
şûşe bû meçek û bask
ke kemerî şilî guşî
pencey nizîk pencey geyî
haware xway şî’rî becoş
her emcare şî’rêkî xoş
bibexşe be şeydakey xot
ta mawim kiřnûş ebem bot
sûtam sa dey firyam kewe
em şî’rem biřazênewe
kiçî beszimanî ẍemgîn
eyřişte çingyewe esrîn
wekû hełîgrê bo yad
bo řojê kiç ebin azad
giłopî kujanewe û... tîşk
derkewt le kułmî be piřîşk
daygîrsan çirayekî kiz
nwařîye siruştî payîz
dway henaseyek bêdengî
dîsanewe bałay şengî
wek şořebî kewte lerzîn
çepkî egrîcey agirîn
be sersingî nermya řija
bekuł dîsanewe girya
sing qijî egirte baweş
wek bigrî bo diłî bêbeş
bo jînêk legeł bawejin
ke her xeme û siza çeştin
xwazbênî ewende kira
ta hîçkes hîway pêy nema
bawkî zawayekî ewîst
zêřî bo bihênê be mist
ḧacîyek bê wek xoy desbiř
her pare bû le lay ew kuř
ta awa diłî kiçey kuşt
şew û řoj firmêskî eřişt
mîrza xoşî jin leser jin
eyhêna û tûşî ekirdin
ḧacî be diro le xwatirs
kiçekey le jîn kird weřs
kiçî cwanî ta biłêy şeng
lepiř hate gwêy tirpe û deng
ke nwařîye ber pencere
seyrî kird kuře nokere
bîrî xefet û jêrkewtin
-xulyay çeşnê tołesendin-
wirûjmêkyan birde ser gyan
yekser lay tarîk bû jyan
bangî kird were were lam
min legeł tome ey nefam
ḧepesa nokerî hejar
-bo bangî kird kiçî nazdar!!?
çuwe lay dî kiçî kejał
nîwey singî, serşanî, bał
řûtin, kafûrêkî sipî
têkeł be řengî pemeyî
kuř herdû çawî danewan
witî fermû, xanim firman
dway řê pakkirdinewe wird
xanim desî bo desî bird
naye sersingî naskî
kuřey hejar daçłekî
desî dûr xistewe le sing
bełam kiçeke wek piłing
pelamarî da û tund guşî
wekû şêt girtye baweşî
ew şewe ta melabangidan
mayewe legeł kiçî cwan
ke beyanî hestan le xew
kiçe bekuł girya bo şew
hate berçawî ke çon jîn
yekser lêy bû be girye û şîn
çon textî serberzî jyan
kewte naw gêjawî neman
qîjanî: çî ekey le lam?
ey sipłey nimek be ḧeram
pelamarî daye çeqo
neřandî dawên pîs meřo
bełam kuřeke boy derçû
kiçeş xwênî zyatir hełçû
leser pîlkaneke çeqoy
da le singî naskî xoy
mird kiçêkî wekû perî
awat û xemî hełwerî
bawkî le perde hate der
witî çî bikeyn legeł qeder
çî bikeyn řojî biřayewe
#