nîgayek
honrawey taẍur
Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
2 Xulek
898 Dîtin
katî cyabûnewe,... nazdar
serincêkî damê awdar
serincêk piřî bû le tam
le tezûy şîrînî hîwam
lem cîhane berîneda
lem şwêne zerd û şîneda
nazanim serincî germî
tîşkî gonay geş û nermî
ke çend cwan û behadare
lay diłî min çend nazdare
le kwêda hełîgirim min
le kwê ey diłî piř le kun
kwa şwênê dîbêtî řûy xor
dûr bê le xem û le nasor
şwênê bê serincî wirdî
nîgay nazdarî bêgerdî
tya danêm hetakû mirdin
le kwê daynêm? nazanim min
ewe serince çon le jîna
le jînî minî ẍemgîna
lenaw şepolî xefeta
le jyanî piř meyneta
etwanê bijî û qet nemrê
le nasora berge bigrê
nîgay le jûr serim bêdeng
wekû pepûley řengawřeng
le baẍî diłdarîy jîna
wa le coşî hełfiřîna
le honrawey řengawřenga
le bestey piř le ahenga
hetakû dinya dinyaye
eyparêzim ew nîgaye
namewê yaqût, tacî cwan
mirwarî û zêř, koşk û saman
emane lay min bênirxin
betenya nîgay ewe min
boy şeydam, peroşim hergîz
ay bo nîgay germî azîz
«ba bîkem be milwankey gyan»
«bîkeme gerdinî jyan»