exter

jandarkyan sûtan; «zêřîn»y kiçekey şarî neẍede herdû çawyan hełkołî... exterîş quřqumşyan be singya twanewe leřêy «azadîya»
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  634 Dîtin
zamî exter....
zamî jinî wiłatperwer
wek fwarey nûrî hîwa
xwênawî geşî heł’eda
hezaran gyanî agirîn
wek şepolî giřî betîn
berbûne cergî şewezeng
bû be teq û toqî tifeng
binawanî perwa řima
agir le aram berdira
xefetî çend sałey jyan
teqî wekû bombay giran
singî exter ał wek şebeq
têy wirûka gulley naheq
çend cwan bû lecyatî xişił
gerdaney qetrey xwênî dił
ała le nermayîy gerdin
şermezar bû hêzî mirdin
leser lûley řeşî tifeng
«kołnedan» kirdî be aheng
delaqey zamî wek pişko
bangî ekird weten bo to
bem çeşne emirin kiç û kuř
bo şewî jîn ebin be giř
***
ey lawanî kiłpey jyan
lecyatî xefet û giryan
lem řojaneda bo exter
peykerêk biken le gewher
lêy binûsin «silêmanî»
şarî hełmete û qurbanî
şanazîye bo gewre û wird
jinî way hebê gelî kurd
***
ey jinî şehîdî aza
ke xwênî gyanî to řija
gułêkî ewtoy pê pişkût
diłî hemû kurd boy bizût
çunke gułêk bû sûr û geş
piř le şewnimî tołe û xeş
ey gułî sûrî nask nêj
ke bûy be qurbanî desřêj
sirûdêkman bo gyanit xwên
piř bû le qetrey sûrî xwên
***
exter êsteş çirîkey to
wek tirîşqey demî aso
deng edatewe lem şwêne
şwênêk piř le cogey xwêne
řengî birînekey leşt
diłopî xwênawî geşt
nexşin le kenarî şeqam
hewênin bo şî’rî hîwam
to le çawmay ey qareman
biřjang lecyatî erxewan
çetrî ew gyane pîrozen
sêber bo cestey to eken
exter, lenaw baxî diła
lenaw çîmenî piř guła
peykerêkim danawe bot
agirî sûre wekû xot
le diłma şwanî şimşałjen
le goranîda bo weten
nawit dênê bekuł, besoz
nawî pîrozit ey diłsoz
yadit wekû zêř û gewher
«qet jeng hełnayenê exter»