tosqałêk le diłim

ew bangî diłdarîyey ke le kułî diłewe dête derê pîroze. cwanî peristîm ewê nek pareperestî
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  598 Dîtin
řatgirt gerdinî şerimit lar
dawat kird ey kiçî nazdar
bot biłêm şî’rêk becoş bê
êcgar be lezzet û xoş bê
basî gonat bê, hî pencet
hî bałaket, lar û lencet
řûmet û sing û çaw û dem
serlewḧe bin bo şî’rekem
bełam le kwê, bênim şî’rê
wesfî şêwey to hełbigrê
kwa şî’rêk wek qijî xawit
wek pirşingî nîgay çawit
wek lerînî kułim û singit
xunçey demî piř awringit
wek to cwan û řengawřeng bê
wek bejinit wa şox û şeng bê
gyane şik nabem lelam bê
dêřêk piř lezzet û tam bê
şî’rêk bê piř mosîqa bê
dengî becoşî toy tya bê
cige lemeş ey řûmet guł
«şî’ir tosqałêke le dił»
kewate ha diłî agir
lecyatî yek dû dêř şî’ir